Weke bersiva vê êrişê, 31 ciwanên Êzidî beşdarî nava Asayîşa Êzîdxanê dibin.
Li dijî fermanan û êrişên li dijî Şengalê, civaka Êzidî berxwedan û xweperastina xwe roj bi roj xurt dike.
Ciwanên Şengalê jî bi tevlîbûna xwe ya nava refên hêzên Êzidîxanê bersiva êrişên dagirkeriyê didin.
31 keç û xortên Êzidî tevlî Asayîşa Êzîdxanê, hêzên YBŞ û YJŞ’ê bûn û li akademiyan perwerde dibînin.
Yek ji wan Akademiyan ya Şehîd Selam e ku ciwanên Êzidî li ser dîroka Êzidîxanê, parastina civakê û di gelek beşên din de xwe perwerde dikin.
Ciwanên Êzidî ku wê bibin parezvanê civakê, kêfxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin, eger ew xwe birêxistin nekin û hêzên xwe yên parastinê berfireh nekin wê kes rê li ber ferman û êrîşan negire.