Li Til Temirê artêşa Tirk û çeteyên wê li du helîkopterên Rûsyayê dan

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrişî gundên Til Temirê kirin.
Rûsya li Efrînê cih û deverên çeteyan bombebaran dike û dewleta Tirk û çeteyên xwe jî li Til Temirê li helîkopterên Rûsyayê yên ku dewriye digerandin, dan.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe ji Şehbayê heta Eyn Îsa û Til Temirê rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Di van rojên dawiyê de êrişên dagirkeran zêde bûne. Herî zêde jî welatiyên sivîl dibin hedefa êrişan û zirarê dibînin.

Dagirkeran îro careke din êrişî gundê Dirdara yê Til Temirê kirin.

Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên xwe li heman gundî li duh helîkopterên Rûs xistin ku li herêmê dewriye digerandin.

Hat diyar kirin helîkopteran jî bersiva êrişan dane.

Di encama bombebarana balafiran de 17 çete û 6 kesên din hatin kuştin

Vê sibê jî balafirên şer ên Rûsya deverên çeteyên dewleta Tirk yên li gundên Basilê û Beradê yê Şêrawa a Efrînê bombebaran kirin.

Hat diyar kirin di encama bombebaranê de ya li dijî gundê Beradê, di nav de 17 çete, 23 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ji çeteyên ku hatine kuştin 4 çeteyên Feyleq El-Şam, 12 çeteyên El-Hemzat, çeteyekî Ehrar Şerqiyê ne.

Hat diyar kirin cenazeyên hin çeteyan hê jî di bin kavilan de ne.

Back to top button