Li Dîfa EL Xerbiyê 5 Filistînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin

Di navbera komên Filistînî û Îsraîlê de rewş aloz dibe.
Îsraîlê li dijî herêma Difa El Xerbî, Cenîn û Qudisê operasyon da despêkirin.
Di oparasyona li dijî komên tevgera Hemasê de 5 kes hatin kuştin û 2 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê li Cenîn û Qudsê, 5 filistînî kuştine.

Di şer de hin sivîl birîndar bûne û jimareke hatiye binçavkirin.

Çapemeniyên herêmî jî ragihandin ku 2 leşkerên hêzên taybet ên Îsraîlê birîndar bûne û rewşa wan giran e.

Vê berbangê artêşa Îsraîlê bi ser herêma Cenîn û Qudsê de girt û ji bo binçavkirina jimareke endamên tevgera Hemasê û Cîhad El-Îslamî operasyonek da destpêkrin.

Di operasyonê de şer derket.

Artêşa Îsraîlê herêmên ku lê şer rû daye bi temamî dorpêç kir.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê, şaneya ku hatî tesfiyekirin plana pêkanîna çalakiyan li dijî Îsraîlê dikir.

Tevgerên Hemasê jî bi daxuyaniyekê soza rakirina tola kesên di êrişê de hatine kuştin da û banga têkoşîna li dijî Îsraîlê kir.

Back to top button