
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê 5 meh li pey xwe hişt.
HPG’ê diyar kir li Kanî Masî sivîlek di encama bombebaranê de bi giranî birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişan û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir li dijî qadên bi ser herêma Avaşînê êrişên dagirkeran dewam dikin û ev agahî parve kir,
“25’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.
Di heman demê de Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Mamreşo bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.”
HPG’ê diyar kir 24 û 25’ê Îlonê derdora gundên Serarû û Edînê yên girêdayî bajaroka Kanî Masî ya bi ser Amêdiyê;
Qadên Koordîne, Kela Qumriyê, Kêste, Girê Şehîd Çiya, Dola Derarê yên Metîna;
Qada Çemço ya bi ser herêma Zapê hatin bombebarankirin.
HPG’ê diyar kir di encama bombebaranê de welatiyekî sivîl ê li gundê Hirorê bi giranî birîndar bû.
Hat diyar kirin ziyana madî li bexçeyên gundiyan bû û welatî neçar man ku wan seatan ji gundên xwe derkevin.