QSD`ê li Reqayê 3 serçeteyên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ji bo ewlehiya herêmê li dijî şaneyên veşartî ên DAIŞ’ê, operasyonan pêk tîne.
QSD’ê di operasyona li Reqayê de, 3 ser-çeteyên DAIŞ’ê, girtin.
Çeteyên hatine girtin beşdarî bûyerên kuştinê yên li Reqayê û gundewarê bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD îro li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî, li rojhilat û rojavayê Reqayê, her wiha li herêma başûrê bajêr 3 operasyonên ewlehiyê pêk anîne.

Hat diyar kirin di operasyonan de 3 serçeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

QSD’ê ragihand ku çeteyên hatin girtin beşdarî veşartina çeteyên DAIŞ’ê, veguhestina wan, plankirin û pêkanîna bûyerên kuştinê yên li Reqayê û gundewarê wê bûne.

Back to top button