Şaredariya Qamişlo li dijî vîrûsa Corona pêngava paqijkirina kolanên destpêkirin.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo li dijî vîrûsa corona pêngava paqijkirina kolanên sereke yên bajêr da destpêkirin.

Di 23’yê Îlonê de Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê, qedexeya derketina giştî ji bo hefteyekê li herêmê ferz kir, da ku pêşî li belavbîna vîrûsa Coronayê werin girtin.

Ev biryar 25’ê Îlonê hate destpêkirin.

Têkildarî vê yekê, Şaredariya Gel a Qamişlo ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê Coronayê, pêngava paqijkirina kolanên sereke yên bajar da destpêkirin.

Wekî roja yekem, pêngav li kolana sereke ya bajêr û bazara giştî, heya stasyona sotemeniyê ya Mele Hacî ya li rojhilatê Qamişlo, pêk hat.

Şaredariya Gel diyar kir ku wê di tevahiya rojên qedexeyê de, pêngava xwe li kolanên sereke û taxan bidomîne.

Back to top button