Li Afrîkayê fosîlê dînazorekî “nedîtî” hate dîtin

Zanîst rojane agahiyên tên zanîn nû dike. Lêkolînên arkeolojî diroka mirovatiyê û tevahî zindiyan radixine berçavan. Vê carê jî lêgerînerên fosîlan li çiyayên Atlas a Navîn ên li Mexrîbê ankî-lozorek dîtin ku beriya niha nehatiye dîtin.

Muzeya Dîrokî ya Xwezayê, ku li paytexta Îngilistan Londonê ye, ragihand ku zanyaran cûreyekî ankylosaur ê nû dîtine ku xwedî zirxekî bû ku bi movikdarên heta niha hatine dîtin re tune bû.

Paleontologa muzeyê Dr. Susannah Maidment got,

“Normal zirxê stegozor û ankîlozoran bi çerm ve ye.

Lê belê bi vî dînozorî re zirx ne tenê bi îskelet ve ye, di heman demê de bi sîngê ve jî zeliqî ye.”

Fosîlê ku ji kolek-siyon-vanan hate kirîn, ji serdema Jûra ya Navîn maye, yanî beriya 168 milyon salî ye.

Ev yek jî tê wê wateyê, ku yek ji ankîlozorê herî kevn e yê li cîhanê meşiya ye.

Dînozorê fosîlê wî hate peydakirin gihaxur bû.

Ankîlozorekî bi vî rengî yekemcar li Efrîkayê hate dîtin.

Back to top button