Kurdistaniyên li Fransayê festîvala Çanda Kurd a Sînan Dêrsim li darxistin

“Em xwe birêxistin bikin, Serok Apo azad bikin, Kurdistanê biparêzin, Dem dema azadiyê ye”.

Bi vê dirûşmeyê Kurdistaniyên li Fransayê, Festîvala xwe ya Çanda Kurd a Sînan Dêrsim ya yekemîn li bajarê Marsîlya ya Başûrê Fransayê li darxistin.

Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn û wêneyên şehîdên PKK, YPG, YPJ û TJK-E hildan.

Di festîvalê de siyasetmedar û hevserokên partiyên Kurdî axivîn.

Siyasetmedaran îşaret bi girîngiya xwedîderketina li ziman û nasnameya Kurdî kirin.

Hate diyar kirin jî ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka gelê kurdî çareseriyeke, ev jî di şoreşa Rojava de diyar bû.

Di festîvalê de hunermendên Kurd derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Girsaya gel bi gerandina dîlanê û bilinkirina dirûşmeyan festîvala xwe bi dawî kirin.

Back to top button