Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê roj bi roj zêdetir dibin.
Îro dîsa em ê bultena xwe bi van êrişan dest pê dikin…
Artêşa dewleta Tirk a qirker cardin gundên Şehba, Bab, Şêrewa û Til Temirê topbaran kir.
Doh derengiya şevê artêşa dewleta Tirk gundê Semoqa û Bendava Şehbayê bi hawn û obîsan topbaran kir.
Hema berî vê êrişê bi du saetan, heman artêşê top li gundê Mezreya Fewaris a rojhilat ê bajarê Babê barandin.
Her wiha artêşa dewleta qirker gundên Soxanekê, Meyasê, Qinetira û derdora gundê Birqas ê navçeya Şêrawa da ber topan.
Doh derdora saet 19:00’an jî hêzên hikumeta Şamê nuqteyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li bakurê Til Temirê topbaran kirin.
Ev yek wekî bersivdayîna hedefgirtina du helîkopterên Rûsyayê ji aliyê dagirkeran ve pêk hat.