Doh li Almanyayê ji bo diyarkirina endamên nû yên Meclisa Federal, gel dengê xwe bikar anî.
Derengiya şevê, encamên fermî yên demkî hatin eşkerekirin.
Li gorî vê,
Partiya Sosyal Demokrat-SPD’ê ji sedî 25.7’ê dengan wergirt û bû partiya yekemîn.
Tifaqa Xirstiyan jî piştî 16 salan, cara pêşî ye ewqas dengê wê kêm din.
Piştî 16 salan ji desthilatdariya Tifaqa Xiristiyan, encamên hilbijartinên li Almanyayê hevsengiya hêza siyasî ya li vî welatî guhertin.
Lewma partiyên Tifaqa Xiristiyan cara pêşî di dîroka xwe de ewqas dengên xwe kêm kirin û di van hilbijartinan de tenê dikarîbûn ji sedî 24.1 bi dest bixin.
Li gorî encamên fermî yên demkî,
Partiya Sosyal Demokrat ji sedî 25.7 deng bi dest xistin û bû partiya yekemîn.
Li pey wê, Tifaqa Partiyên Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat û Yekîtiya Sosyal a Demokrat ji sedî 24.1 deng bi dest xistin.
Partiya Keskan ji sedî 14.8
Partiya Demokratên Azad ji sedî 11.5
Partiya ji bo Almanya Alternatîf ji sedî 10.3
Û Partiya Çep jî ji sedî 4.9 deng bi dest xistin.
Li gorî vê encama demkî, hejmara kursiyên li Meclisa Federal jî wisa ye:
Partiya Sosyal Demokrat,
SPD 206
Tifaqa Xiristiyan
CDU/CSU 196
Partiya Keskan
KESKAN 118
Partiya Ji bo Almanyayê Alternatîf
AFD 83
Partiya Demokratên Azad
FDP 92
Partiya Çep
DIE LINKE 39