”Derziyên Corona li xwe bidin”

Jimara pêketiyên Coronayê zêde dibe pêre tedbîrên ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê jî zêde dibin. Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bang li şêniyan kir ku derziyên Coronayê li xwe bidin.

Endamê rêveber ê Komîteyê Mihemed El-Ehmed behsa pêla nû ya Coronayê kir û anî ziman ”Pêla nû di xuyakirin, encam û belavbûnê de xurt e, lewma divê rewş cidî were girtin û tevahî şênî derziyên Coronayê li xwe bidin”.

Hat ragihandin, Komîteya Tenduristiyê wê 24 saetan li navendên taybet derziyan li şêniyan bidin.

Li gorî komîteyê, heta niha 350 kesî derziyên Coronayê li xwe xistine.

Heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 26 hezar û 677 kes bi Coronayê ketine ji wan 899 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 114 kes jî baş bûne.

Back to top button