Komxebata Navneteweyî ya avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê pêk tê

Dewleta Tirk a qirker di van salên dawî de li dijî Sûrî û Iraqê şerê qutkirina avê daye destpêkirin. Ji bo vê îro Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarixistin.

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdem a Çandê ya li Hesekê tê lidarxistin.

Komxebat ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ve û bi beşdariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firatê ya Lêkolînan hatiye organîzekirin.

Di komxebatê de wê li ser qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî avê, şerê avê û bikaranîna wê di nakokiyên siyasî de were nîqaşkirin.

Li gorî bernameya komxebatê, wê 2 rojan komxebat berdewam bike.

Back to top button