Li Îzlandayê..Partiya Althîng bû partiya yekem

Li Îzlandayê li gor encamê fermî yên dawî partiya Althîng ku piraniya endamê wê jinan bû partiya yekemîn.

Parlamenta Îzlandayê Althing weke parlamentaa herî kevn a cîhanê tê dîtin. Di sala 930’î de ava bû ku ev sal weke destpêka neteweya Îzlandayê tê qebûlkirin.

Encamên destpêkê yên hilbijartinê roja Yekşemê hatin eşkerekirin û li gorî vê yekê Althîng bû yekemîn parlamenta Ewropayê ku piraniya endamên wê jin e.

Di jimartina destpêkê de ji 63 kursiyan 33 kursî ketin destê jinan.

Lê belê ji ber sîstema xwe ya tevlîhev a hilbijartinê, li şeş herêmên hilbijartinê jimartin ji nû ve hate kirin û ev hejmar daket 30’î.

Tevî vê yekê jî Parlamenta Îzlandayê bi rêjeya ji sedî 47.6 a jinan bû ew parlament ku li Ewropayê herî zêde temsîliyeta jinan tê tê kirin.

Back to top button