HDP’ê: Em amade ne danûstandinan bikin û rêveberiyeke hevpar ava bikin

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê derbarê pirsgirêkên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û rêyên çareseriyê deklerasyonek weşand.
HDP’ê diyar kir ji bo çareseriya pirsgirêkan ew amade ne bi hêzên siyasî re hevdîtin û danûstandinan bikin û bi hev re rêveberiyeke hevpar ava bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê têkildarî pirsgirêkan, rêyên çareseriyê û muxatabiyê de deklarasyona bi navê “Deklarasyona banga li demokrasî, edalet û aştiyê” eşkere kir.

Civîna ji bo eşkerekirina deklarasyon li oteleke li bajarê Enqereyê pêk hat û gelek endam, şareser û parlementerên HDP’ê jî amade bûn.

Deklarasyon ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hate eşkerekirin.

Di deklarasyonê de hate diyar kirin ji bo ku pirsgirêkên Tirkiyê yên siyasî, aborî û civakî bên çareserkirin, ji bo ku welatekî demokratîk bê avakirin, wek HDP, bi mehan e ew bi gel, rêxistin, partî û kesayetan re, danûstandinan dikin.

Hat diyar kirin HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan girîngiyê dide rê û rêbazên gotûbêjan û ji bo destpêkeke demokratîk, roleke sereke dilîze.

Di deklarasyonê de ev xal hatin destnîşankirin;

– Em ji bo hilbijartinên parlemanê, dixwazin bi dirûşmeya ‘tifaqa demokratîk’ meşa xwe ya tifaqa gelan û tifaqa aştiyê û tifaq û piştevaniya jinan bidomînin û têkoşîna hevpar bi pêş bixin. Ji bilî vê çarçoveyê em bi tu aliyan re tifaqê nakin.

-Em dixwazin ku Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê û hemû sazûmaniya ku li dor wê hatiye avakirin biguherînin ku îro bi wê pergalê dixwazin zordestî û neheqiyê li ser gelê me ferz bikin û wê mayînde bikin.

-Pergala parlamenteriya demokratîk û avakirina Mecliseke pirreng-pirdeng, rayeyên ku radestî kesekî nehatiye kirin û mekanîzmayeke hevseng û kontrolê îro bûye pêdiviyeke sereke.

-Heta ku rayeyên navendî bi herêman re neyên parvekirin, desthilatî û çavkanî bi rêvebiriyên herêmî re neyên parvekirin, demokrasiyeke bihêz jî nayê avakirin.

-Ji bo bidawîkirina pergala qeyûman divê demildest gav bên avêtin û guherînên yasayî bên kirin.

-Îro li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin û dîrokî ya ku divê bê çareserkirin, pirsgirêka Kurdan e. HDP, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyê û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê amade ye ku rola xwe bilîze.

-Ji bo çareseriyeke demokratîk, divê riyên diyalogê bi muxataban re bên avakirin, li şûna înkar û zextê, çareseriyeke demokratîk û aştiyane bê gotûbêjkirin.

-Divê di serî de mafê perwerdehiya zimanê dayikê û hemû mafên nasnameyî yên gerdûnî bên misogerkirin û ji bo çareserkirina wan guherînên yasayî bên kirin.

-Destûreke Bingehîn ya nû ya sivîl û azadîxwaz, dê li Tirkiyê destpêkeke nû û demokrasiyê bi xwe re bîne. Ev destûr, divê rêzê li çand, nasname, bawerî û zimanên dayikê yên cuda bigire.

– Kîjan aliyên civakî û aktorên siyasî li dor van rêbaz û prensîban bixwaze bi me re danûstandin û gotûbêjan bike, em amade ne ku bi wan re bimeşin û têkoşîneke hevpar û rêveberiyeke hevpar ava bikin.

Back to top button