Xanesoriyan soz dane Şêx Semîr Derwêş ku dê dengê xwe bidin wî

Li Şangalê piştgiriya ji bo namzetê PADÊ roj bi roj zêde dibe
Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş li Xanesorê mal bi mal geriya.

Li Şengalê xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext yên di 10’ê Cotmeha îsal li Iraqê de dewam dikin.

Xebatên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş jî bê navber dewam dikin û li Şengalê di nava Êzidiyan hemûyan de xweş tê pêşwazîkirin.

Têkildarî vê yekê duh Semîr Derwêş li Xanesorê bû û di nava gel, esnaf û xelkê de geriya.

Derwêş ji gel xwest ku dengê xwe bidinê û dema diçin ser sindoqên hilbijartinê fermana 3 yê Tebaxê bînin bîra xwe, Xanesoriyan jî soz dane Derwêş ku dê dengê xwe bidinê.

Welatiya bi navê Selala Qasim li ser namzetbûna Semîr Derwêş dilxweşiya xwe anî ziman bang li hemû xelkê xwe kir ku xwedî li namzetê xwe derkevin.

Hemîd Şemo jî bang li Êzidiyan kir da ku xwedî li namzetê xwe derkevin û piştgiriyek xurt bidin Semîr Derwêş.

Back to top button