Babê Şêx dixwaze Êzidî vegerin ser axa xwe

Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî Şêx İlyas Nasir gera wî ya li Şengalê didome.
Babê Şêx doh jî çû serdana bajarokê Til Izerê.
Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd li ser hatina Babê Şêx a Şengalê got, Êzidî hemû bi hatina Babê Şêx ya Şengalê kêfxweş in.
Babê Şêx jî di dema gera xwe de ji Êzidiyên li derve xwest vegerin ser axa xwe.

Babê Şêx İlyas Nasir piştî wefata Babê Şêx Xirto Hecî İsmaîl di 14’ê Mijdara 2020’an de wekî Rêberê Ruhanî hatibû hilbijartin.

Babê Şêx di çarçoveya bernameya xwe de serdana bajarokê Til Izerê kir.

Babê Şêx di nava xelkê de geriya û li wan guhdarî kir.

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamîd li ser hatina Babê Şêx a Şengalê got, Êzidî hemû bi hatina Babê Şêx ya Şengalê kêfxweş in.

Fehed Hamid behsa girîngiya hatina Babê Şêx ya ji bo Şengalê kir û got;

“Mafê Êzidiyan li Babê Şêx heye û yê Babê Şêx jî li Êzidiyan heye. Armanca Babê Şêx vegera Êzidiyan ya ser axa xwe ne.”

Fehed Hamid di dawiyê de da zanîn ku Babê Şêx serdana malbata fermandarê YBŞ’ê şehîd Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa xwedêda jî kiriye.

Serdana Babê Şêx ya li Şengalê hîn dewam dike.

Back to top button