Şandeya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Goran û Qubat Talabanî re civîya

Şandeye HDP îro li bajarê Silêmanîyê yê Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Goran û Qubat Talabanî re civîya.

Şandeyeke HDP bi pêşengîya Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul, îro serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Şande bi Tevgera Goran û Cigîrê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Qubat Talabanî re civîya

Hat diyarkirin rojeva civînê hilbijartinên Iraqê, rewşa sîyasî ya li heremê û êrîşên Dewleta Tirk yên ser Başûrê Kurdistanê ne.

Piştî saetên nîvro jî şandeya HDP’ê serdana gora Sekreterê Berê yê YNK’ê Celal Talebanî a li Girê Dabaşanê kir.

Di serdanê de Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş li ser deftera bîranînê nivîsek nivîsand.

Back to top button