Salvegera kuştina Ceylan Onkol ya 12 salî

Ceylan Onkol ya 12 salî li gundekî navçeya Licê ya Amedê dema pezê xwe diçêrand ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate kuştin. 12 sal derbas bûn. Sibê salvegera kuştina wê ye.
Dayika wê Salîha Onkol got heta ew bimire wê keça xwe ji bîr neke û heta kujer werin darizandin wê têkoşîna xwe bidomîne.

Li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve 28’ê Îlona 2009’an Ceylan Onkol a 12 salî dema pezê xwe diçêrand, bi guleya hawanê hat kuştin.

Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin û hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kir.

Lê raporên derbarê kuştina Ceylanê de ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatin amadekirin, îdia kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin.

Piştî salekê ji bûyerê, parêzerên malbatê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan.

Lê doz nehat vekirin û sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin.

12 sal di ser bûyerê re derbas bû jî.. heta niha hêj kujer nehatine darizandin.

Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û ew bû babeta stran, wêneyan û pêşengehan.

Her çiqas ji Meclisê hat xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin, lê bê bersiv man.

Dayîka Ceylan Salîha Onkol bi dilekî tijî êş eşkere dike ku ew kuştina hovane kêliyekê jî ji bîra wê neçûye.

Salîha anî ziman ku nehiştin keça wê mezin bibe, hema kuştin.. Heta ku dozger hate cihê bûyerê parçeyên bedena keça wê 6 saetan li erdê man.

Yadê Salîha bertek nîşanî nedarizandina kujeran da û diyar kir ku dozger xwestiye bûyerê ji stûyê leşkeran derxe û lê wê gotiye ku keça wê piştî teqînê hatiye kuştin.

Salîha destnîşan jî kir ku weke Ceylanê gelek zarokên kurdan hatin kuştin, êdî bes e bila zarok neyên kuştin û aştiyek mayende cebibe.

Back to top button