Nûran Îmîr: HDP’ê erka ku bikeve ser milê wê dê bike

Di van demên dawiyê de li Tirkiyê nîqaşên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û muxatebiyê tên kirin.
Derbarê mijiarê de Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr got: Cihê nîqaşkirin û muzakereyê ya pirsgirêka Kurd meclis e û muxatab jî Abullah Ocalan e.

Li Tirkiyê hêzên desthilatdar,ji bo dengên xwe yê hilbijartinan zêde bikin, di nava leyîstokan de ne.

Partiya HDP ‘ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, rola Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de diyar kere û aktorê siyasî Rêber Abdullah Ocalan e.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî têkildarî pirsgirêka Kurd axivî.

Nûran Îmîr diyar kir ku nîqaşkirina pirsgirêka Kurd di nava siyaseta Tirkiyê de watedare lê têrê nake, gav avêtin giring e.

Nuranê destnîşan kir ku gotina ‘HDP di nokteya pirsgirêka Kurd de muxatabe’ raste lê kême û got:

Parlementera HDP’ê got pirsgirêka Kurd û muxatabê wê rast nayê îfadekirin. Ev jî înkarê bixwe re tîne. Lê Aktorê sereke yê çarseseriya pirsgirêkê Birêz Ocalan e.

Nûran Îmîr: Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye

Nuranê diyar kir ku HDP dikare rol bigire lê êdî pirsgirêka Kurd pirsgirêkek navneteweyî ye û divê pirsgirêka Kurdên li çar parçeyan hatiye veqetandin bi gelek aliyan bê destgirtin û çareserkirin.

Nûran Îmîr: Yekane muxatap ne HDP, birêz Ocalan e

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr balkişande li ser rola HDP’ê û wiha bi dawî kir;

Yekane mudaxat ne HDP ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab Birêz Ocalane. Bila kes kesî nexapîne.Bi mîlyonan Birêz Ocalan wek rêber nîşan dide.

Back to top button