ENKS’ê.. ji çaxa damezirandinê û heta niha ji bo Kurdan çi kiriye?

Piştî 8 salan ji damezirandina xwe, ENKS’ê îro li pey çi ye?
Baş e, berpirên wê dibêjin em nûnertiya gelê Rojava dikin..
Gelo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ne yên Rojava ne?
Her li ser ragihandinê qala hêzên xwe yên leşkerî dikin, ew hêz li kur in?
Çima naçin deverên Kurdan rizgar nakin?
Gelek qala netewa Kurd dikin, lê di heman demê de, perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl nakin û dikin şertekî yekrêziyê..
Ka vê koma bi navê ENKS’ê ji bo Kurdan çi tiştê baş kiriye…??

10 sal in Rojavayê Kurdistanê di nava şerekî giran de ye.

Li aliyekê êrişên komên çete û dewleta Tirk, li aliyê din jî dorpêça çar alî ya bû sedema aloziya aborî û jiyanî.

Di demeke wiha zor de hin aliyên Kurd di bin navê opozîsyona Sûrî de berê xwe dan Enqerê.

Her qonaxa ku li Rojava nîşaneyên serkeftina şoreşê hê zêdetir xwe dan der, ev koma qaşo xwe weke nûnerê gelê Kurd binav dikir êrişên xwe zêde kirin.

Ji Helebê bigrin, heta Efrîn û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê, van derdora mil dan milê komên selefî û bûn xwedî yek armanc.

Ew jî rewakirina êrişên dagirkeriyê li dijî herêmên Kurdan.

Û hem li herêmê û hem jî qada navneteweyî reşkirina Rêveberiya Xweser û hêza wê ya parastinê.

Gelek caran dibêjin, Asayîşa PYD’ê rojnamegeran digre.

Ji ber çi heta niha navê yek rojnamevanê girtî nehatiye eşkerekirin.

Bermamberî vê rastiyê, yek rojê nerazîbûn li hemberî kuştina rojnamevanên Kurd ji aliyê DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk nîşan nedaye.

Ji Efrînê bigrin heta Serêkanî, Girê Spî û bi sedan gundên Kurdan, ti carî van derdoran êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê weke dagirkerî binav nekirine.

Lê helwesta wan a li hemberî deverên rizgarkirî tam mîna daxwaza dewleta Tirk e.

Herî dawî rêveberê wan ê binavê Abdulhekîm Beşar ku li Tirkiyê dimîne, îdîa kir ku Rojava ji aliyê asayîşa PYD’ê ve hatiye dagirkirin.

Dibêjin wan hêzeke ji hezaran kesî ji bo parastina Rojava avakirine.

Lê yek rojê negotine, bila ev hêz biçin Efrîn, Serêkanî û Girês Spî rizgar bikin.

Ji roja hatiye ragihandin eşkere tînin ziman ku ew ê bi ti awayî qanûnên rêveberiya xweser qebûl nekin.

Dibêjin, li Rojava siyaset ji bo wan hatiye qedexekirin.

Lê dema em lê dinênin, li her devera xwestine bêyî ku destûr hebe, navendên xwe vekirine û xebatên siyasî birêve dibin.

Berovajî li deverên ku ew bi xwe dibêjin aram in, ang li Efrîn û Serêkaniyê nikarin yek navendeke xwe vekin û bi awayekî azad siyasetê bikin.

Xwe weke parêzvanên gelê Kurd nîşan didin lê herî zêde êrîşî perwerdeya bi zimanê dayîkê dikin.

Li gorî wan perwerdeya bi Kurdî zerarê dide gelê Rojava, lê qedexekirina ziman li deverên dagirkirî û ferzkirina zimanê Tirkî asayî ye.

Heta wisa lê kirin ku betalkirina perwerdeya bi Kurdî û jihevxistina pergala hevserokatiyê kirin şertê dewmkirina civînên yekrêziyê.

Bi vî awayî nîşan da ku yekane hêza li dijî zimanê xwe meşan pêk tîne, ENKS ye.

Piştî ku ev rê û rêbazên wan û çend salan ti encam bi xwe re neanîn, herî dawî rabûn ku di bin navê buhakirina nirxê mazotê, careke din xwest Rêveberiya xweser reş bikin.

Back to top button