
Seroka Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê Rêwas Fayeq bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da.
Rêwas Fayeq bibîrxist ku di rojên borî de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Berezanî ragihand bû ku li ser asta Iraq û herêma Kurdistanê ger hesabek ji bo partiyek were xwestin ew jî PDK’ê ye.
Rêwas Fayeq bi daxuyaniyekê diyar kir ku Nêçîrvan Berezanî bi xwe bawerî bi axaftina xwe nîne.
Û PDK’ê bi dengên sixte kursiyên parlamentoyê bi dest xistine.
Rêwas Fayeq bang li serokê Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku xwe ji peyamên bi vî awayî dûr bixe û got;
“Li gorî pîvana siyasî ya li herêma Kurdistanê, divê serokê herêmê girêdayî yekrêziya di nava hemû aliyên siyasîde be. Lê Nêçîrvan Berezanî hemû bingeh şikand.
Rêwas da zanîn ku kesên YNK’ê nebîne û hesaban ji wan neke YNK’ê jî hesaban ji wan nake.
Rêwas Fayeq di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ger îro ne ji YNK’ê ba wê niha Hewlêr dibin metirsyeke cidî de buya.