Artêşa Tirk di mehekê de 720 top avêtin gundên Minbicê

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker di meha Îlonê yên li ser gundên Minbicê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê; artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe, rêzik û pîvanên navneteweyî bin pê dike û gundên li ser xeta Sacûr a Bakurê Minbicê û bajarokê Erîmayê ku lê gelek cîhwarên sivîlan hene, topbaran dike.

Di meha Îlonê de artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe 723 top avêtine gundên Erîma û Sacûrê.

Ji ber topbaranê xetên kehrebe û gelek malên sivîlan zirar dîtine.

Li dijî van êrişan hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Babê bi çalakiyan di çarçoveya xweparastinê de bersiv dane.

Back to top button