Îro Komxebata Avê ya Navneteweyî li Hesekê destpê kir

Îro li bajarê Hesekê Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî destpê kir.
Ji 300’î zêdetir delege û gelek Rêxistinên Mirovî yên Navnetewî jî beşdarî komxebatê dibin.
Komxebat wê sibê jî dewam bike. Kesên ku axivîn nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk ya dagirker dan ku avê mîna çekekê li dijî herêmê bikartîne.
Hevserokên Rêveberiya Xweser jî bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne.

Li bajarê Hesekê, Komxebata Avê ya Navnetewî a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi beşdarbûna 300 delege, Rêxistinên Mirovî yên Navnetewî û Endamên Rêveberîya Xweser despê kir.

Di despêkê de li ser navê komîteya amadekar a komxebatê, Hevserokê Desteya Rêveberîya Herêmî û Hawîrdorê Silêman Ereb axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Silêman Ereb di despêka axaftina xwe de bal kişand ser kêmbûna çavkanîyên avê û got: ”Dewleta Tirk a Dagirker û rêxistinên terorîst, bandorek neyînî li pergala avê dikin.

Kontrola rêxistinên terorîst yê li ser çavkaniyên avê xeterîyeke mezin e.

Ereb, armanca lidarxistina komxebatê destnîşan kir û anî ziman ku ew dixwazin siberojê pirsgirêkên avê kêm bikin, hin hêmanên dibin sedema qutkirina avê ji holê rakin û nehêlin meseleya avê di nakokiyên siyasî de weke qertekê neyê bikaranîn.

 

Hevserokên Meclisa Rêveberîya Xweser : Dewleta Tirk bi qutkirina avê, li dijî gelê Sûrîyê şer dike

Hevserokên Meclîsa Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş jî di Komxebetê de axivîn û bal kişandin ser qutkirina avê ya ji aliyê dewleta Tirk û bêdengîya hêzên cîhanî ya li hember vê yekê.

Hevserokan dîyar kir ku gelên heremê di şoreşa Sûrîyê de gelek destkeftî bi dest xistine û yek ji wan jî avakirina Rêveberîya Xweser e.

Hevserokan anî ziman ku li gel astengîyan hemûyan jî rêveberîya heremê ji aloziyan bihuriye, lê ji ber ku Dewleta Tirk li dijî heremê avê weke sîlehekê bi kar tîne, ew bi pirsgirêkên mezin re rûbirû dimînin.

Hevserokan di axaftinên xwe de dan zanîn ku Dewleta Tirk bi tevahî rêbazan şerê heremê dike û taybetî bi qutkirina avê, xeterîyeke mezin li ser jîyana 5 mîlyon niştecihan çêdike.

Hevserokan hêvî kir ku di dawîya komxebatê de çareserî ji bo pirsgirêkên heremê bê ditîn û ji Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navnetewî hat xestin ku pêşî li sûcên Dewleta Tirk bigrin.

Hevseroka MSD Emîne Omer: Kontrolkirina çavkanîyên avê xeteriyê çêdike

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer jî di komxebatê de axivî ê got: ”Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser heremê nahêle îstiqrar çêbibe.

Dewleta Tirk qanûnên heyî bin pê dike û nahêle ava çemê Firatê biherike.

Ev yek ji rê li ber karîsetên mezin vedike û di encamê de ava vexwarinê û kehrebe li ser bi mîlyonan şênîyên heremê qutkirîye.”

Beşdarvanên Fransî: Tirkîye avê weke çekeke sîyasî bi kar tîne

Hîn kesayetên Fransî ku di nav de Wezîrê Karên Derve ê berê yê Fransayê Bernard Koucher û nivîskar Patrîce Franceshî jî beşdarî komxebatê bûn.

Koucher û Franceshî piştrast kirin ku Tirkîye ava vê heremê wekî çekeke sîyasî bi kar tîne û ji bo karîsetên mirovî rû nedin, divê ji bo çareserîyê niqaş bikin.

Kesayetên Fransî dan zanîn ku kedên heya niha hatine dayîn têre nake û divê herkes bi taybetî di alîyên sîyasî û zanistî de çavkanîyên alternatîf peyda bike.

Back to top button