Di şerê li Yemenê de 67 kes hatin kuştin

Di êrîşên esmanî û şerê li parêzgehên Şebwa û Marîb ên Yemenê de bi kêmanî 67 kes hatin kuştin.

Di navbera hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştgirî dike û Şîayên Husî yên li Marîbe ku kela dawî ya di bin serweriya wan de ye, şer bi dijwarî didome.

Li gorî çavkaniyên leşkerî û tenduristiyê di şer û êrîşên esmanî de bi kêmanî 67 kes mirine. Koalîsyona Ereb a bi pêşengtiya Erebistana Siûdî de li dijî Hûsiyan nêzî 20 êrîşên esmanî pêk anîne.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî ku agahî da AFP’ê û got: “58 serhildêr, 9 leşkerên hikûmetê di şer û êrîşên esmanî de mirine.”

Herêma Marîb yekan e kelha dikeve bakurê welat a di destê hêzên hikûmetê de ye, ji bo wê xwedî girîngî ye. Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî, bi mehan e şer didome.

Marîb bikeve destê Hûsiyan wê ji bo hêzên hikûmetê derbeke gelek giran be.

Li Marîbê Sotemeniya dîzel û taybet gaza petrolê ji sedî 90 li Marîbê tê hilberîn.

Back to top button