Rejîma Îranê êrîş bir ser 2 kolberan.. Bi giranî birîndar dibin

Li herêma Nûsûd a Rojhialtê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê 2 kolber gulebaran kirin, di encamê de her 2 kolber bi giranî birîndar bûne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hana ragihand ku hêzên rêjîma Îranî doh nîvê şevê li herêma Nûsûd a girêdayî Ciwanro ya Rojhialtê Kurdistanê, êrişî 2 koberan kirin.

Di encama gulebarana hêzên Îranî de, kolberên bi navên Serkewt Keremî û Mesûd ji zinaran ketine xwarê û bi giranî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku kolber Mesûd, ji ber rewşa xwe ya birîndarî ya giran, hîn jî li nexweşxaneya Ciwanroyê di bin çavdêriya dermanî de ye.

Back to top button