Eger rewş wiha bidome dê bobelateke mirovî biqewime

Endamê rêveber ê bendava Tişrînê Hemûd El-Hemadîn derbarê êrişên dewleta Tirk de ku bi mehane dewam e, dibêje “Eger rewş bi vî rengî dewam bike wê karesateke mirovî çêbibe.

Hemûd anî ziman ku kêmkiria asta ava Firatê aloziya peydakirina ava vexwarinê bi xwe re anî û got, ”Li herêmê stasyonên pompekirinê hene, ev stasyon avê ji çem dighîne şêniyan. Lê niha ji ber kêmbûna asta ava Firatê hemû stasyon rawestiyane”.

her wiha Hemûd El-Hemadîn diyar kir ku kêmbûna avê bûye sedema derketina nexweşiyan jî û eşkere kir

”Bi kêmkirina asta ava çemê Firatê, asta bendava Tişrînê jî kêm bûye
Ji ber kêmbûna avê, bendav bi qasî 16 saetan li pey hev tê rawestandin
Ev yek jî bandorê li herikîna çem dike û dihêle av qirêj bibe û di encamê de nexweşî derdikevin
Heta niha bi hezaran rewşên jehrbûnê li herêmê hatin tomarkirin”.

El-Hemadîn piştrast kir ji ber kêmkirina avê, şêniyên herêmê bi karesateke mirovî ya rasteqîn re rû bi rû ne.

Back to top button