Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li Hesekê di roja dudiyan de dewam dike.
Komxebat doh bi beşdarbûna zêdetirî 300 delege û gelek Rêxistinên Mirovî yên Navnetewî dest pê kir.
Komxebat li hola Serdem a Çandê ya li Hesekê di roja dudiyan de dewam dike.
Di komxebatê de hat diyarkirin ku qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve xeteriyekê mezin li ser jiyana 5 milyon kes çê dike.
Her wiha ji Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navnetewî hat xwestin ku pêşî li sûcên Dewleta Tirk bigrin.
Tê payîn ku îro komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.