Li Stenbol û Îzmîrê di êrişa polîsan de bi dehan xwendekar hatin binçavkirin.
Xwendekarên ku xewgeh bi destê wan nakeve ku xwe lê bistirên, bi rê û rêbazên cuda hewl didind dengê xwe bidin bihîstin.
Bi vê armancê li gelek bajaran xwendekaran çalakî lidarxistin.
Lê polîsan li Stenbolê û Îzmîrê xwe li ber vê jî negirtin û êrişî xwendekaran kirin.
Di êrişan de nêzî 50 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin.
Li Dersimê jî doh êvarê 6 xwendekar ji Wargeha Xwendekarên jin hatin derxistin.
Salek û 3 meh ceza li nivîskar Nûrcan Kaya birîn
Danişîna biryarê ya doza nivîskar û parêzer Nûrcan kaya ku ji ber parvekirinên Twitterê yên di navbera sala 2014-2020’an de tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Di danişînê de Nûrcan Kaya çîroka doza ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” derbarê wê de hatiye vekirin vegot.
Piştra dadgehê biryara xwe aşkere kir û salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Nûrcan birî û ceza bi paş de xist.