ARNE GERICKE: XISTINA OCALAN DI GIRTÎGEHA TEKKESÎ, BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E

Endamê Parlamentoya Ewropayê Arne Gericke tecrîda li ser Rêber Ocalan weke binpêkirina mafên mirovan binav kir û got; Em gihiştine wê rastiyê ku Tirkiyê mafên ku li nava NATO’yê de wergirtî, ne ji bo şikandina DAIŞ’ê bi kartîne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kartîne.

Endamê Parlamentoya Ewropa yê ji Partiya Yekitiya Mesihiyan Arne Gerick, di hevpeyvînek taybet ji Rojnews’ê re têkildarî dagirkeriyên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Ocalan axivî.

Arne Gericke di destpêka axaftina xwe de balkişand ser kiryarên dewleta tirk li Efrînê û got:

Em di wê baweriyê de ne ku rewşa Efrînê tenê wekî ku li ser ragihandinan tê gotin nayê zanîn.

Em gihiştine wê rastiyê ku Tirkiye mafên ku li nava NATO’yê de wergirtî, rasterast ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Vî mafî ne ji bo rizgarkirin û alîkarîkirna welatiyên ku li wê deverê jiyan dikin bi kartîne, yan jî ne ji bo şikandina DAIŞ’ê û rizgarkirina herêmê ji dest DAIŞ’ê bi kartîne.

Gericke têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan jî ev tişt anî ziman;

Ez wekî parlementerek dixwazim ji dil çalak bim.

Bi taybet dema em niha dibînin Ocalan di girtîgeha takekesî de dimîne û li gorî pîvanên mafê mirov û peymana Cenevre nêzîkatî pêre nayên kirin.

Ev yek di heman demê de binpêkirina mafên Ewropayê ye.

Ewropayê jî ragihand ku PKK ne rêxistinek terorîste.

Ji bona vê nabe ku bi vî awayî nêzîkatî li gel Ocalan were kirin.”

Leave a Reply

Back to top button