YE ji bo parastina Mafê Mirovan bi Erebîstana Siûdî re dest bi danûstandin kir

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku bi Erebistana Siûdî re li ser mafên mirovan dest bi diyalogê kiriye.

Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ewropayê (PE) rûniştinek li dar xist û pêşnûmeya rapora Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya 2021’ê nirxand.

Seroka Beşa Mafên Mirovan û Demokratîkbûyînê ya PE Luisa Ragher, di rûniştinê de axivî û got,

Ew girîngiyê didin diyalogê bi welatên sêyemîn re.

Ragher ragihand ku di vê çarçoveyê de bi Erebîstana Siûdî re diyalog dest pê kiriye û ev tişt anî ziman:

Ez nû ji hevdîtinek girîng a bi Erebîstana Siûdî re derketim.

Ew diyalogek pir girîng û yekem car e.

Ez dikarim ji we re bêjim ku em ê bi hevparê xwe re danûstendinê bikin û bi vê rêbazê bi welatan hevkar re bikevin danûstandinê.

Parlementera PE Mariya Soraya Rodrigez Ramos jî diyar kir ku li seranserê cîhanê demokrasî têne binbêkirin.

Ramos destnîşan kir ku divê YE ne tenê ji bo “berhevkirina rewşê” lê ji bo pêşxistina amûrên piştgirîkirina demokrasiyên li cîhanê bixebite.

Ramos got, divê YE di derbarê mafên mirovan de hevgirtî û ahengdar be.

Back to top button