Li Cerablusê teqînekê rû da û 15 kes birîndar bûn

Li bajarê Cerablusê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, 2 teqîn li pey hev pêk hatin.

Ajansa ANHA yê ragihand di encama teqînên li bajarê Cerablusê yê gundewarê rojhilatê Helebê rû
dane de, 15 kes birîndar bûne.

Hate gotin ku her du teqîn li nêzî Meclisa Herêmî ya Bajarê Cerablusê rû dane.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a qirker de tevlihevî serwer e û rojane teqîn lê rû didin.

Back to top button