Şandeya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê bi hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî re civiyan

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di çarçoveya bernameya xwe li Başûrê Kurdistanê de serdanên xwe dewam dikin.
Şandeya HDP, îro bi hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî re civiyan.

Şandeya bi pêşengiya Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe didomînin.

Şandeya HDP’ê îro bi hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê YNK’ê Bafil Talabanî re rûnişt.

Hat diyar kirin di civînê de behsa rewşa Iraq, rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê hate kirin.

Her wiha HDP’ê, piştgiriya xwe ji bo Hevpeyamana Kurdistanê ya di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de diyar kir.

YNK’ê jî ji ber piştgiriya HDP’ê ya ji bo wan, spasîya Şandeya HDP’ê kir.

Li gorî agahiyan YNK’ê di civînê de bal kişandiye ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.

Şandeya HDP’ê, doh li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û cîgirê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî kiribûn.

Back to top button