“DYA ji bo oparasyonên li Efxanistanê ji Rûsya daxwaza baragehekê kir”

Beriya hefteyekê, Sererkanê DYA û Rûsya li Helsînkê civiyabûn.
Piştperdeya civînê jî êdî zelal dibe.
Tê îdiakirin ku Amerîka ji bo oparasyoneke li Efxanistanê daxwaza baragehekê ji Rûsya kiriye.

Hefteya derbasbûyî, Sererkanê Amerîkayê Mark Milley û Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov li paytexta Fînlandiya Helsînkê civiyan.

Di civîna fermandaran de, Efxanistan di nav de gelek mijar hatibûn nîqaşkirin.

Her çiqasî wê demê fermandaran agahiyên li ser civînê bi raya giştî re parve nekiribe jî lê pişt perdeya wê zelal bû.

Rojnameya Wall Street Journal beriya ku Milley û Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin îfade bidin Komîteya Xizmeta Çekdarî ya Senato naveroka hevdîtinê parve kir.

Berpirsên DYA ku nexwestin navê wan were eşkerekirin ji rojnameyê re gotin,

Milley pêşniyara Komisyona Parastina Netewî ya Koşka Spî bi rêya Gerasimov pêşkêşî Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin kiriye.

Berpirsan diyar kir ku Gerasimov li ser mijarê ti soz ji bo wan nedaye.

Cara yekemîn ev pêşniyar 16’ê Hezîranê di dema civîna Serokdewletê Rûsya û Serokê DYA Joe Biden de hatibû kirin.

Biden ku wê demê ev pêşniyar kirî bû yek ji rojevên sereke yên civîna navbera fermndarên her dû welatan.

Heta niha li ser nûçeya rojanemeyê, ne fermandariya giştî û ne jî wezareta parastinê daxuyaniyek fermî nedaye.

Sererkanên DYA û Rûsya li Fînlandiya civiyan

Back to top button