LEYLA GUVEN DI ROJA 166’AN DE LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîdê, berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê dewam e. Têkoşîn û Berxwedana pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê Leyla Guven, 166 roj in dewam dike. Tevî çalakiya Guven, çalakiya girtiyên di zindanan de jî bi biryar li dar e

Çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 166’an de ye.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve da bû destpêkirin 128 roj in dewam dike.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 52’an de didome.

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 106,

Gurbet Ektîren 98,

Semra Alkan 106

Û Îhsan Sinmiş 55 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button