Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Idlib û Hemayê bi hev ketin

Şer û aloziya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û her wiha yên di bin kontrola hikûmeta Şamê de dewam dike.
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk, li eniyên şer yên li gundewarê Idlib û Hemayê bi hev ketin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihand ku di encama şer de gelek sivîl birîndar bûn
Hat diyar kirin ku balafirên nenas 2 deverên komên alîgirên Îranê yên li ser sînorên Sûriye-Iraqê jî hedef girtine.

Li gelek herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de û herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de şer dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên li çiyayê El-Zawiyê ya li başûrê Idlibê û li Sehil El-Xab li bakurê rojavayê Hemayê, bi hev ketin.

Li aliyekî din jî, çeteyên El-Fetih El-Mûbîn bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li bajarokê Um El-Kubra ya li rojavayê Helebê, kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku di êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li ser gundên Mjdilye û San ya başûrê Idlibê de, zarok jî di navê de gelek sivîl birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê gundê Kefir Nûran yê li rojavayê Idlibê jî kirin armanc, di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Sohr: Balafirên nenas li Dêrazorê deverên hêzên bi ser îranê hedef girtin

Li aliyê Dêrazorê jî balafirek nenas deverên hêzên bi ser Îranê hedef girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê , ragihand ku duh di encama bombebarana balafireke nenas li nêzî herêma El-Bokemal ya Dêrazorê, dengê Teqînan hate bihîstin.

Li herêma El-Mezarê a li nêzî bajarê El-Meyadîn yê Dêrezorê jî di encama bombebarana balafireke nenas a li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li rojavayê Firatê, dengê teqînên bi hêz hatibû bihîstin.

Back to top button