Polîsan li Stenbol û Îzmirê 100 xwendekar binçavkirin

Li bajarên Stenbol û Izmîrê yên Tirkihyê polîsan êriş birin ser xwendekarên ku çalakiyan li dar dixin û zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin.

Xwendekarên ku cihekî nabînin xwe lê bisitirînin, bi rê û rêbazên cuda hewl didin dengê xwe bidin bihîstin û li gelek bajaran çalakiyan li dar dixin.

Li Stenbolê xwendekaran di çalakiyên xwe de nerazîbûn nîşanî buhabûna kirê û wargehan dan.

Xwendekaran xwestin çalakiya xwe ya li Parka Modayê di roja heştemîn de bidomînin, lê belê polîsan êriş birin ser wan.

Halkevlerî li ser tevna dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku 50 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin û got:

“Stirandin mafekî bingehîn e, yên hatine binçavkirin bila tavilê bêne berdan.”

Her wiha li navçeya Bûcayê ya Izmîrê jî polîsan êriş birin ser çalakiya xwendekaran ya li Parka Hasan Aga û nêzî 50 xwendekar bi lêdanê binçav kirin.

Duh êvarî li Dersimê jî 6 xwendekar ji Wargeha Xwendekarên Keç hatin derxistin.

Back to top button