Şêniyên Kobanê berê xwe dan konê malbata şehîd Abdullah Hemo

Ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Abdullah Hemo bi navê din Canfeda Welat li Kobanê konê sersaxiyê li pêş malê hat vedan.
Şênîyên Kobanê jî berê xwe dan konê sersaxîyê.

Şehîd Ebdullah Hemo, di 13 Tebaxê de di êrişên Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ya li herêma Garê Şehîd bûbû.

Ji bo şehîd Abdullah Hemo li gundê Aşmê yê Kobanê konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan şênî, sazî, nûnerên Rêveberîya Xweser û sazîyên civaka sivîl berê xwe dan kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Heremê Firatê Gêlo Elî axivî û got:

”Zarokên me ji bo rêya rast berê xwe didin çiyayên azad, dewleta Tirk çi bike jî dê zarokên me li hemberî wê li ber xwe bidin. Gûndê Aşmê jî xwedî gelek şehîdan e. Şehîd Canfeda jî yek ji rêwîyê doza azadîya gelê xwe bû.”

Piştra birayê Şehîd Ebdullah Hemo, Elî Hemo axivî û destnîşan kir ku Şehîd Canfeda, şehîdê tevahî gelê Kurd e û got ewê rêça wî bişopînin.

Back to top button