Hilbijartinên Almanyayê..Koalîyona SPD, Keskan û FDP çiqas pêkane?

Wer xuyaye ku wê encamên dawî yên hilbijartinên li Almanyayê neyên guhertin.
Niha pirsa ku herî zêde tê kirin ev e:
SPD’ê bi hevkariya li gel Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Azad FDP dixwaze hukûmeteke koalîsyonê ava bike.
Başe ev yek heta kîjan radeyê pêkan e?

26’ê Îlonê li Almanyayê hilbijartinên Meclisa Federal pêk hatin.

Piştî salên dirêj, Partiya Sosyal Demokrat bi ferqeke kêm da pêş Yekîtiya Xirsitiyanan û bû hêza yekemîn.

Piştî ku encamên destpêkê eşkere bû , niha awir zîvirîn ser hewldanên avakirina hukûmeta nû.

Namzetê serokwezîritiyê yê Sosyal Demokratan Olaf Scholz alîgirê ku ku gel Keskan û Partiya Demokrat a Azad koalîsyonê saz bike.

Scholz anî ziman ku aliyên wan ên hevbeş li gel van herdû partiyan hene û got:

Armanca me ew e ku em li Almanyayê nûnertiya rêzgirtin û pêşketinê bikin.

Olaf Scholz diyar kir ku SPD, Keskan û FDP di hilbijartinên dawî de dengê xwe zêde kirine û got,

Ji ber vê çendê lazime ev hersê partî avakirina hukûmeta koalîsyonê qebûl bikin.

Li ser daxwaza SPD, namzeta serokwezîritiyê ya Partiya Keskan Annalena Baerbock wiha axivî:

Avakirina hukûmeteke wiha wê ne hêsa be. Lê di heman demê de dibe ku rê li ber encamên erênî jî veke.

Bi vî awayî nûnera Partiya Keskan eşkere ragihand ku ew ji bo danûstandinên hukûmeta koalîsyonê amade ne.

Sekreterê FDP Volker Wissing jî anî ziman ku vê gavê pêwîstiya welat bi lihevkirinekê heye.

Li aliyê din eşkere ye ku Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirstiyan ji hewldanên avakirina hukûmeta koalîsyonê ne rehet e.

Endamê partiyê û serokwezîrê Bavyerayê Markus Söder îdîa kir ku encamên ji hilbijartinan derketin holê nayê wateya serkeftina mezin a SPD û wiha got:

Em weke Yekîtiya Xiristyanan amade ne ku li gel Keskan û FDP biaxivin.

Back to top button