YRD: DERBASKIRINA RÊGEZÊN ROJNAMEVANIYA AZAD GELEKÎ BI WATE YE

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), bi boneya roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek da.

YRD’ê Roja Rojnamegeriyê pîroz kir û got:

Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de pêkanîna rêgez û prensîbên rojnamevaniya azad wê gelekî watedar be.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), bi boneya roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek da.

YRD’ê roja Rojnamegeriyê pîroz kir û got:

Bi têkoşîna Kurdan re, kelepora çapemeniya Kurdan jî derbasî qonaxeke din bû.

Di Adara 1979’an de bi weşandina Serxwebûnê re, êdî çapemeniya azad hatiye destpêkirin.

Her ku têkoşîna Kurdan a hebûnê veguherî têkoşîna azadiyê, nasnameya çapemeniya azad jî xurttir bû.

Îro peywira herî sereke ya rojnamevaniyê divê her tiştên ku civakê dirizîne werin teşhîrkirin û ji bo ku civak karibe xwe ji modernîteya kapîtalîst azad bike divê rê veke.

Ger Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî wê gelên Rojhilata Navîn jî azad bijîn. Ji ber vê jî di Roja Rojnamevaniya Kurdî de pêkanîna rêgez û prensîbên rojnamevaniya azad wê gelekî watedar be.

Îro li Bakurê Kurdistanê bi sedan rojnamevan di bin şertên faşîzmê de dixebitin. Her nûçe, analîz û her fotograf li hemberî faşîzmê dibe wateyek. Li girtîgehan jî bi sedan rojnamevan li ber xwe didin.

Li Bakurê Sûriyê bi sedan rojnamevan li hemberî faşîzma reş, her kêlîka serfiraziyê dişopînin û ji civakê re radigihînin.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi sedan rojnamevan ji bo avakirina Kurdên bi rûmet, li ser xeta rojnamevaniya azad dixebitin.

Li Ewropayê jî bi sedan rojnamevanên Kurd li ser xeta Serxwebûnê, bi heyecana roja pêşîn dixebitin.

Ji Selçûkan heta Gûrbetellîyan, ji Denîzan heta Dilîşanan, ji Rizgaran heta Mûstafa, Mehmet û Firatan em roja Rojnamevaniya Kurdî ya hemû rojnamevanên li Kurdistanê û cîhanê yên ji bo avakirina Kurdistana azad û jina azad dixebitin Kurd pîroz dikin.”

Leave a Reply

Back to top button