Rêveberiya Xweser a herêma Firat 10 roj qedexeya beşî ragihand

Piştî ku li herêmê hejmara nexweşên vîrûsa Corona zêdebûne Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê qedexeya beşî ya heta 10 rojan ragihand.

Di biryarê de wiha hate gotin:

“Li gorî raporên desteya Tendursitiyê ku hejmara nexweşên Corona li herêmê zêde bûne ji ber wê civîna şaneya aloziyê ya herêma Firatê, ev biryar ragihand.

Hemû cure kombûn (şahî, konên sersaxiyê, meş, civîn, kongre, hwd) tên qedexekirin.

Cihên bazirganî û pîşesaziyê ji saet 6’ê êvarê heta 6’ê sibehê tên girtin.

Sazî û dibistanên Rêveberiya Xweser vekirî dimînin, lê belê tedbîrên xweparastinê yên pêwîst yên mîna mîna paqijî, mask û ji hev dûrbûn, tên girtin.

Li gorî biryarê qedexe di 30’ê Îlonê dest pê dike û heta 10’ê Cotmehê dewam dike.

Back to top button