Kesên çekdar ku xwe weke polîs dan nasîn, xwestin êrişî parlementera HDP’ê bikin

Di demên dawî de ji ber hedef nîşandana deshilatdarîya Tirkiyê, partîya HDP bi êrîş û zextên giran re rû bi rû dimîne.
Herî dawî hin kesên çekdar ku xwe weke polîs dan nasîn, xwestin êrişî mala Parlementera HDP Tûlay Hatîmogullari bikin.
Têkildarî mijarê, Hatîmogullari îro civîneki çapemenîyê li dar xist.

Roja înê ya borî, hin kesên çekdar ku xwe weke polîs dane nasîn, xwestine êrişî Parlementer û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP Tûlay Hatîmogullari bikin.

Têkildarî mijarê, Tûlay Hatîmogullari îro li ber avahîya HDP ya giştî civîna çapemenîyê li dar xist.

Hatîmogullari dîyar kir ku gilîyê êrişkaran kiriye, lê ev 5 roj in ti daxuyaniyeke fermî ji alîyê polîsan ve nehatîye dayîn.

Hatîmogullari behsa bûyerê kir û got.”Hin kesên ku xwe wekî polîsên sivîl dan nasîn, israr kirin ku têkevin mala min. Wan dizanî bû ku em li hundir in. Min jî ji wan re got ”Ez Parlementer im, û ti kes nikare bi vî awayî têkeve mala min.”

Hatîogullari da zanîn ku ev rewş çend deqeyan dewam kirîye û di wê navê de hem mudîrîyeta polîsan, hem jî hevalên xwe yên partîyê agahdar kiriye.

Her wiha Parlemneterê got; ”Me têkildarî mijarê serî li Dozgerî, Emnîyet û Serokatîya Meclîsê daye, lê ev 5 roj in di ser re derbasbûne ti agahî û daxuyanîyeke fermî nehatîye dayîn.

Dozger naxwazin daxwaznameya me bigrin û bi ser meselê de biçin.”

Hatîmogullari anî ziman ku ev ne bûyereke munferîd e, û eger li navenda Enqerê bûyerek wisa diqewime û nikaribin vê yekê derxin holê, ev yek gomanên me hîn zêdetir dike.

Hatîogullari di dawî de bal kişand ser revandina ciwan, xebatên sîxurkirinê û êrişan û got.”Divê bizanibin ku zextên li ser me, nikarin gav bi me paşde bidin avêtin.”

Back to top button