‘PDK’ê naxwaze Êzidî bibin xwedî îrade’

Tê payîn ku 10’ê Cotmehê li Iraqê hilbijartin were lidarxistin..
Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwîş xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê dewam dike.
Semîr Derwîş bi endam û berpirsên şaredariyên Şengalê re civiya.
Di civînê de Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel axivî û got:
“PDK naxwaze Êzidî bibin xwedî îrade.”
Duh jî, Şêx Semîr Derwîş di nava bajêr geriya û ji xelkê xwest ku dengê xwe bi kar bînin.

Tê payîn 10’ê Cotmeha 2021’an li Iraqê hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê werin lidarxistin.

Îsal namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêşe di nava hilbijartinên parlmentoyê Iraqê de ye.

Êzidî hemû Derwêş weke namzetê xwe yê rast dibînin.

Xebatên namzetê PADÊ Semîr Derwîş ji bo hilbijartinên Iraqê li Şengalê dewam dikin.

Li bajarokê Xanesorê Semîr Derwîş bi endam û berpirsên şaredariyên Şengalê re civiya.

Di civînê de, Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel axivî û behsa leyîstokên PDK’ê yên li ser Şengalê kir û wiha got:

“PDK bi hemû hêza xwe dijî îradeya civaka Êzidî pîlanan amade dike, zextek zêde li ser xelkê me yê di nava kampan de dike.

PDK naxwaze Êzidî bibin xwedî îrade, pêwîste tevahî gelê me bi dengê xwe bersiva polîtîkayên qirêj bide.”

Namzetê PADÊ Semîr Derwêş jî ku di civînê de amede bû, behsa pîlanên xwe kir.

Derwêş ji gel xwest ku her kes xwedî li xwe derkeve.

Sermîr Derwîş xwest her kes dengê xwe bikar bîne

Şêx Semîr Derwêş duh jî li navenda Şengalê geriya, bi esnaf û xelkê re rûnişt.

Semîr Derwêş ji aliyê welatiyan ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Welatiyên Êzidî piştgiriya xwe ya ji bo wî anîn ziman.

Namzetê PADÊ Derwêş ji gel re behsa girîngiya bikaranîna deng kir û xwest her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bikarbînin.

Derwîş xwest Êzidî xwedî li dengê xwe derkevin.

Back to top button