Li Başûrê Kurdistanê Tundiya li ser jinan

Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê diyar kir di nava du mehên derbasbûyî de li Başûrê Kurdistanê 2 hezar û 500 jin rastî tundiyê hatine.
Her wiha hat diyar kirin di nav 2 mehan de dawî li jiyana 19 jinan hatiye
Cihê ku herî zêde tundî li dijî jinan hatî kirin jî bajarê Hewlêrê ye.

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe kuştin, destdirêjî û tundiya li ser jinan zêde dibe.

Rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jinê û malbatan daneyên herî dawî yên meha Tebaxê eşkere kir.

Li gorî wê hezar û 626 buyerên tunditujiyê hatine tomarkirin.

Weke pêvajoyên derbasbûyî di mehên Tîrmeh û Tebaxê de jî bajarê Hewlêrê cihê herî zêde jin lê tundiyê dibînin, hat dîtin.

Di Tîrmehê de:
894 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin. Yek kuştin, 5 xwekuştin, 3 şewitin, 14 destdirêjiya zayendî û 871 giliyên tundiyê ne. Tenê di Tîrmehê de 295 buyerên tunditujiyê li Hewlêrê 250 li Dihok , li Silêmanî 212, li Germiyan 83, li Raperîn 25 û li Soran 28 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin.
Lê di meha Tebaxê de jî:
3 kuştin, 3 xwekuştin, 4 xweşewitandin û 9 bûyerên destdirêjiya zayendî Li gel vê Hezar û 608 giliyên tundiyê hatine tomarkirinin.

Li gora deneyên tunditujiyê yên ku hatine belavkirin, li bajarê Hewlêr û bajarên din zêdeyî 728 buyerên tundiyê hatine tomarkirin.

Li Dihok 356, Silêmaiyê 329, Germiyan 116, Raperîn 36, Soran 41 bûyerên tunditujiyê hatine tomarkirin.

Bi giştî di meha Tebaxê de hezar û 626 buyerên tundîtujiyê hatine tomarkirin.

Back to top button