ÇALAKIYA NASIR YAGIZ 153 ROJ LI PEY XWE HIŞT

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li başurê Kurdistanê bi israr didome.

Çalakiya Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê Nasir Yagiz li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan 153 roj li pey xwe hişt.

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê a li Hewlêrê Muzeyen Guneş di derbarê rewşa dawî ya Nasir Yagiz de axivî.

LI HEWLÊR, SILÊMANÎ, MEXMÛR Û GERMIYANÊ GREV LI DAR IN

Li Başûrê kurdistanê jî grevên birçîbûnê li gelek bajaran li dar in.

Li Hewlêr, çalakiya Nasir Yagiz ya bê dem û bê dorveger di roja 153’an de ye.

Çalakger Nehro Xaneqînî jî bêdengiya hizb û aliyên siyasî rexne kir û banga berfireh-kirina çalakiyan kir.

ÇALAKGER NEHRO XANEQÎNÎ BANGA BERFIREHKIRINA ÇALAKIYAN DIKE

Li navçeya Xaneqîn a Diyale Nehro Xaneqî 21 roje li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Nehro li ser armanca çalakiya xwe û bêdengiya hizb û aliyên siyasî wiha dibêje:

Piştgiriya endamên Tevgera Azadî yên li Xaneqînê hêz dide min û cihê kêfxweşiyê ye.

Rojane serdana min dikin, her wiha ji gelek cihên din piştgirî ji bo min tên.

Nehro di dewama axaftina xwe de bêdengiya hizb û aliyên siyasî rexne kir û wiha got:

Mixabin heya niha ti hizb û aliyek siyasî, ne li Xaneqîn ne jî li herêmek din piştigiriya çalakiyan nekirine û serdana çalakvanan nekirine.

Li rexmê ku çalakiya min li dijî tecrîda ser hemû Kurdane jî, aliyên siyasî bêxemin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî bi biryardarî çalakiya xwe di roja 93’an de didomîne.

Her wiha li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd 58 roj in li dar e.

PADÊ: EM PIŞTGIRYA ÇALAKGERAN DIKIN

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî di roja 130’an de dewam dike.

Şandek ji Nûnertiya PADÊ ya bajarê Silêmaniyê serdana çalakvanan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Şandeyê got; Em ji bo piştgiriya hevalên xwe hatine vêderê.

Heya ku tecrîd li ser Rêber Ocalan rabe emê piştgiriya xwe berdewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button