Li Îngilistanê krîza sotemeniyê hikumet xistiye alarmê

Brîtanya ya mezin ku carekê roj li ser xaka wê ava ne dibû, niha sotemeniyê nabîne.
Li Îngilistanê, aloziya sotemeniyê ku derketî hikumeta welat xistiye nava tevgerê.
Wezîrên Veguhestin, Parastin û Ofîsa Wezîran ragihandin ku ji bo demkî wê artêş karê belavkirina sotemeniyê li cihên pêwist bike.
Ger rewş bivî awayî dewam bike, Îngilistan wê di nava krîza sotemeniyê de, cejna Noelê pêşwazî bike.

Îngilistan ya ku ji despêka salê ve ji Yekîtiya Ewropa derketî, di nava rojên dawiyê de berdêla vê ya giran dide.

Li welat aloziya sotemeniyê ku derketî, hikumet xistiye nava alarmê.

Ji ber nebûna ajokarên barhilgirên sotemeniyê, li welat di peydakirina sotemeniyê de zehmetiyan dibîne.

Li ber cihên sotemeniyê rêzek dirêj ji maşîneyên daxwaza sotemeniyê dikin, tên dîtin.

Demekê ku Îngilistana roj li ser xaka di bin kontrola wê de ava ne dibû niha pêwistiya xwe bi sotemeniyê heye.

Maşîneyên bê benzîn mayîn bi dehfdanê li ser cihê benzînê têne rawestandin.

Hikumet ji bo çareserkirina rewşa heyî ketiye nava tevgerê.

Weke çareseriya despêkê, artêşê ji bo dabeşkirin û karanîna barhilgirên sotemeniyê perwerde dike.

Artêşa Îngilistanê ji bo belavkirina sotemeniyê tên perwerdekirin

Wezîrê Gihandin, Parastin û Ofîsa Wezîran a Îngilistanê li ser mijarê daxuyaniyek hevpar weşandin.

Li gorî daxuyaniyê, wê artêş ji bo herêmên ku herî zêde pêwistiya wan bi sotemeniyê heyî kar bikin.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Ben Wallace ragihand ku hêzên leşkerî ji bo peydakirina sotemeniyê tişta pêwist wê bikin.

Li gorî daneyên Ofîsa Daneyan a Netewî (ONS), 2020’an li Îngilistanê 37 hazar ajorakên barhilgiran ku di navbera Îngilistan û Ewropa de kar dikir, niha ev jimar daketiye bin 24 hezar û 350’an.

Pispor diyar dikin ku hejmara giştî ya ajokarên veguhastinê li wî welatî ji pêwistiya heyî kêmtire.

Back to top button