LI REQAYÊ Û MIBICÊ 2 TEQÎNÊN CÛDA

Bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê xeteriyeke mezin li ser herêman çêdike.
Li Reqayê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiya , di encamê de 3 sivîl mirin.

Îro seat 16:00 Mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li kolane Nûr a bajarê Reqayê Teqiya.

Di encamê de 3 sivîl mirin û 2 sivîl jî bi giranî birîndar bûn.

Sivîlên birîndar bibûn jî rakirina nexwşxaneya Tib El-Hedîs û Furatê.

Tîmên bêbandorkirina mayînan jî ji bo ewlehiya herêmên şêniyan xebatên xwe didomînin.

LI MINBICÊ LI TAXA HEZAWINÊ MOTORSIKLÊTEKÎ BOMBEBARKIRÎ TEQIYA

Li aliyekî din jî li nêzê depoyê Kiraş a kazûzê li taxa Hezawinê ya Minbicê motorsiklêtekî bombebarkirî teqiya.

Li gorî agahiyan di encama teqînê de, tenê zerarê madî çêbûn.

Doh jî mayînek ku li ser rêya Cizîrê hatibû bicihkirin ji aliyê Tîmên endezyariyê hat bêbandorkirin.

Çeteyk ji koma Dirî Firar ku destê wî di bichkirin mayînê de hebû , hat girtin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî tekoşîna xwe li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button