Pêla 4’an a Coronayê kujer e û her kes pê dikeve

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Hesekê eşkere kir “Pêla 4’an a Coronayê gelek metirsîdar e û hemû beşên civakê pê dikevin; lewma divê her kes tedbîran bigirin.”

Rêvberê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Hesen Emîn behsa xeteriya pêla 4’an a vîrusa Corona kir û anî ziman “Ev cureya vîrûsê di nava vîrusên ku belav bûne de ya herî metirsîdar e. ”

Hesen Emîn destnîşan kir “Derbasbûna vîrûsa yekemîn di çend pêvajoyan re, bû sedem ku vîrûseke meirsîdar derkeve.”

Her wiha ragihand “Pêla nû ji yên din cuda ye, ji ber ku bi awayekî lez û di nava ciwanan û heta zarokan de jî belav dibe û ev pêl kujer e.”

Rêvberê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn dawiyê bang li şêniyan kir ku rêbazên xweparastinê pêk bînin û xwe û derdorê biparêzin.

Back to top button