“Civaka navnetweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê sûcên dewleta Tirk”

Dewleta Tirk a qirker bi her cûre çek êrişî Başûrê Kurdistanê dike.
Navenda Ragihandina HPG’ê dibêje ku di van êrişan de 157 carî çekên kîmyewî bikar aniye.
Li hember vê yekê Civaka Navneteweyî ji bêdeniya xwe dernakeve.
Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Sûad Hesen ev bêdengî weke hevkarê van kirinan bi nav kir.

Sûad Hesen, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr şermezar kir û dagirkirina herêmê weke armanca êrişan dît.

Sûad diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Başûr gumana hevkariya wan bi vî sûcî re di serê wan de çêdike.

Her wiha bêdengiya Civaka Navneteweyî weke hevkarê êrişên dewleta Tirk a qirker bi nav kir.

Sûad Hesen li hember van kirinan bang li gelk kir ku piştgiriya gerîla bikin.

Back to top button