Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser li gel Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê kom bûn

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Meclisa Sûriya Demokratîk li Amerîkayê danûstandinên xwe didomîne. Piştî Qesra Spî, endamên Şandeyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve re rûniştin. 

Ev çend roj in bi armanc gotûbêjkirina awayên çareseriya siyasî ya Pirsgirêka Sûrî, şandeyeke rêveberiya xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk li Amerîkayê ne.

Şande ji van kesan pêk tê,

Seroka Desteya Rêvebera a MSD’ê Îlham Ahmed, Hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, Nazîra Gewriyê, Nûnera MSD’ê li Washingtonê Sîmen Mihemed, Hevserokê Meclisa Dêra Zorê Xesan El Yusuf û rêveberê MSD’ê Besam Seqer.

Malper Medya News a li Îngilîzî weşanê dike têkildarî hevdîtinên şandê nûçeyek belav kir.

Li gorî vê,

Endamên şandê li gel rayedarên wezareta Karê Derve a Amerîkayê kom bûn.

Alîkarê wezîr, Joey Hood û ji berpirsên dosya Sûriyê David Brownstein li ser navê Amerîkayê beşdar hevdîtinê bûn..

Li gorî encamê,

Çavkaniyên taybet ên Medya Newsê ragihandin ku di hevdîtinê de Amerîka careke din dûbare kiriye ku ti planeke wan a derketina ji Sûrî tine ye.

Her wiha teqez kirin ku ew ê ji bo avakirina herêmên rizgarkirî alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.

Mijara din a hevdîtinê, awayê çareseriyê aloziya li Sûrî bû.

Alî Amerîka destnîşan kir ku ew ê destekê bidin çareseriya siyasî û ji bo aramî û aştî li herêmê pêk were, ew ê li gel Rêveberiya Xweser tevbigerin.

Back to top button