Tevgera Ciwanên Şoreşger: Ti eleqa me bi êrişa li dijî ofîsa PDK-RK re nîne

Beriya Çend rojan Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê – PDK-RK ya li bajarê Qamişlo ji aliyên kesên nenas ve hatibû şewitandin. Hin kes û malperên ragihandinê yên girêdayî faşîzma Tirk dixwestin vê bûyerê têxin stûyê Tevgera Ciwanên Şoreşger. Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev îdîa derew in û ragihand ti eleqeya wan bi vê bûyerê tine ye. 

Tevgerê di daxuyaniyê de got demên dawî hin bûyerên wan nekirine, ew berpirs tên dîtin û mîna wan kiribe têne nîşandan.

Tevgerê ji bo vê jî mînak da û da zanîn ku ti têkiliya wan bi êrişa li dijî Ofîsa PDK-RK hatiye kirin tine ye.

Li ser mijarê, di daxuyaniya Ciwanên Şoreşger de tê gotin:

“Em Tevgera Ciwanên Şoreşger ji destpêka avabûna xwe û heya vê kêliyê wek sekin û helwesta şoreşgerî li hember xeta xiyanetkar sekinîne.

Gele me yê welatparêz jî bi helwest û sekna xwe, xwedî li vê têkoşîna me derketiye.”

Back to top button